TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Ozgur Ozel dê li Amedê nimêja Înê bike

📅 25 hezîran 2026 22:17
Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel dê sibê li Amedê serdanên cûrbecûr bike û civînan li dar bixe. Bernameya Ozel nimêja Înê, serdana bazarê, hevdîtinek bi cotkaran re, hevdîtinek bi rêxistinên civaka sivîl re, û kombûneke bi ciwanan re dihewîne.

RûpelNews - Di çarçoveya bernameyê de, Ozel dê di saet 12.10an de li Mizgefta Mezin nimêja Înê bike û li pey wê di saet 13.15an de dê serdana bazara li Kolana Gazi bike. Saet di 14.00an de, Ozel dê serdana gundike Bismilê  bike û di saet 17.00an de ew ê li Demîr Otelê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re bicive. Çalakiya dawî ya rojê dê civîneke bi ciwanan re li Otela Kervansaray di saet 20.00an de be.

Tanrikulu bangî welatiyan kir

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî di peyameke vîdyoyê de ku li ser hesabê xwe yê Xê parve kir, bang li welatiyan kir ku sibe saet di 09.30an de li Balafirgeha Amedê beşdarî pêşwaziya Ozel bibin.

Tanrikulu diyar kir ku Rêberê Partiyê dê bi ciwan, jin, nûnerên saziyên civaka sivîl, cotkar û esnafan re bicive da ku guh bide fikarên welatiyan.
Tanrikulu bang li gelê Amedê kir ku sibe saet di 09.30an de li Balafirgeha Amedê pêşwaziya Ozel bikin.

Parve bike: