Rojhilata Navîn
Otomobilekê da nav xelkê: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Iraqê, wesayîtekê da nav girseya kesên ku wek beşek ji serdana Erbeînê ji Basrayê ber bi Kerbelayê ve dimeşiyan, di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.
RûpelNews - Bûyerê di saetên serê sibeha îro li qezaya Harseyê ya li bakurê Besreyê rû da.
Wesayîta ku kete nav girseya kesên ku ji bo ku beşdarî çalakiya Erbeînê bibin ji Basrayê ber bi Kerbelayê ve dimeşiyan û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî îdia dikin ku ajokarê wesayîtê serxweş bû. Piştî qezayê, Rêveberiya Trafîkê ya Basrayê rêya ku bûyer lê qewimî ji trafîkê re girt.
Hêzên ewlehiyê li herêmê dest bi lêpirsînê kirine, û hatiye ragihandin ku lêpirsîna derbarê qezayê de berdewam dike.