TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Otobuseke rêwiyan a ji Stenbolê rêwî dibirin Diyarbekirê wergeriya: 34 birîndar hene

📅 11 adar 2022 14:01

PeyamaKurd Otobuseke rêwiyan a ji Stenbolê rêwî dibirin Diyarbekirê, li navçeya Tilgarimo ya ser bi parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê ve wergeriya û di encamê de 34 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, ji birîndaran birîna 8 kesan giran e.

Herwiha piştî zanyariyan, tîmên tendirustiyê, polîs û cendirme şandin cihên bûyerê û 34 birîndarên bûyerê şandin nexweşxaneyên cuda yên li bajarê Sêwasê.

Parve bike: