TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

'Operasyonên nû li ser şaredariyên AK Parti dê bên kirin'

Haber Merkezi
Edîtor
📅 25 nîsan 2026 09:12
Nivîskarê Rojnameya Hurriyete Ahmet Hakan ku wek nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê tê zanîn di qunciknivîsa xwe ya îro de got: "Dibe ku di demek nêz de li ser hin şaredariyên AK Partiyê operasyon dê bên kirin."

RûpelNews - Di operasyoneke gendeliyê de ku li ser Şaredariya Halfetiyê ya li Rihayê hat kirin 49 kes di nav de şaredarê berê yê ji AK Partiyê Şeref Albayrak jî heye hatin binçavkirin.

Her ku bandora operasyonê didome, ji rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan îro di qunciknivîsa xwe de îdiayên balkêş belav kirin.

Hakan da xuyakirin ku di pêşerojeke pir nêz de dê operasyonên bi heman rengî li dijî gelek şaredariyên AK Partiyê bên kirin.

Li gor Hakan, operasyona li ser Halfetiyê destpêkekê bû di rojên bê de hin operasyonên din ên nû li ser şaredariyên din ên AK Partiyê dê pêk werin.

Parve bike: