NY: Sûriye di rêza yekem de ye ku xelkê ji ser cîh û warên wan derxistiye
PeyamaKurd – Berdevkiya Neteweyên Yekgirtî bi nivîskî ragihand ku Sûriye di rêza yekem dewletan de ye ku xelkê ji ser cîh û warên wan derxistiye. Heya niha ji Sûriyê 6,9 mîlyon kes koçber bûne û koçberên herî zêde ji Sûriyê ne.
Li Sûriyê pêdiviya xelkê her diçe zêdetir dibe û di sala 2022 an de 14,6 mîlyon kes muhtacê tiştane. Di ragihandina berdevkiya NY de weha hat gotin:
“Ev reqem di dinyayê de reqema herî zêde ye ku ji ser cîh û warên xwe derxistine. Van mirovan muhtacê pêdiviyên xwe yên bingehînin û nikarin xwe bigihînin wan pêdviyan. Bi sedema dijminahiya nav welat û kêmasiya avahiyên bingehî % 90 xelkê Sûriyê di bin sînorê feqîriyê de dijî. Wê ev rewş bêhtir xerabtir bibe ji ber ku asta civakî û darayî her diçe dadikeve.
Xwurekên ku dikevin nav Sûriyê yên baweriyê nînin û ji nîvê xelkê Sûriyê zêdetir kes bawerî bi wan nayne û Sûriye di nav wan dewletên ku baweerî bi wan nayê anîn de ye.”