NY: Li Îranê 21 kes hatin darvekirin
RûpelNews - Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), rejîma Îranê ji destpêka şer ve 21 kes îdam kirine û zêdetirî 4 hezar kes jî desteser kirine.
Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku, ji dema destpêkirina şerê ku di 28ê Sibatê de ji aliyê DYA û Îsraîlê ve hatibû destpêkirin, herî kêm neh kes ji ber protestoyên ku di Çileya 2026an de Îran hejandibûn hatine darvekirin, 10 kes bi hinceta ku ew "endamên komên opozîsyonê" bûn, û du kes jî bi tohmetên "sîxuriyê" hatine darvekirin.
OHCHR her wiha diyar kir ku zêdetirî 4 hezar kes bi hinceta "ewlehiya neteweyî" hatine desteserkirin.
Ofîsê destnîşan kir ku gelek kesên binçavkirî rastî windakirina bi zorê, îşkence an jî "muameleya hovane, nemirovane û rûreşker" hatine; di nav van kiryaran de îtirafên bi zorê yên ku li ser televîzyonê hatine weşandin û îdamên sexte jî hene.
Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Mafên Mirovan Volker Turk li ser mijarê wiha got: "Ez şok bûme ku, li ser bandorên giran ên heyî yên pevçûnê, gelê Îranê mafên xwe ji aliyê desthilatdaran ve bi awayekî tund û bêrehm winda dike."
Turk bang li hikûmeta Îranê kir ku hemû îdaman rawestîne, moratoriyumekê li ser cezayê îdamê deyne, darizandinên adil misoger bike û hemû kesên ku bi awayekî keyfî hatine girtin demildest berde.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Îran piştî Çînê li cîhanê welatê duyemîn ê bi hejmara herî zêde ya îdaman e. (Çavkanî: DW, AFP, KNA)