TR KU AR
FB X IG
Cîhan

NY: Covid-19 ji Serê Duyem ê Cîhanê û vir ve mezintirîn ezmûn e

📅 01 nîsan 2020 12:10

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku pandemiya koronayê (Covid-19)  ji Şerê Duyem ê Cihan û vir ve mezintirîn ezmûna mirovahiyê ye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî Şerê Duyem ê Cîhanê di sala 1945an de hatibû damezirandin.

Guterres li ser encamên muhtemel ên pandemiyê axivî  û bal kişand ser bandora wê ya li ser aboriyê û diyar kir ku dibe ku ev rewş bibe sedema resesyonekê.

Parve bike: