Cîhan
Nûnerê Denmarkê spasiya HSDê û Rojava kir: Serkeftinên qehremanî...
PeyamaKurd – Nûnerê Wezareta Derve yê Denmarkê Christopher Vivic, îro 24ê Hezîranê bi ser Derîyê Sêmalka yê sînorê Başûrê Kurdistanê de, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Vivic, li Rojavayê Kurdistanê bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtinek pêkanî û piştî civînê diyar kir, Rêvberiya Xweser û HSDê li dijî DAIŞê serkeftinên qehremanî bi dest xistine.
Nûnerê Denmarkê bi sedema têkoşîna dijî DAIŞê ya ‘efsaneyî’ spasî li HSD ê Rêveberiya Xweser kir û wiha axivî:
“Ji bo peywireke însanî li vê derê me. Gelekî spasiya hemû rayedarên ku di vî karê însanî de hevkarî kirine dikim. Herwiha dubare spasiya Rêveberiya Xweser dikim ku bi hikûmeta Denmarkê re hevkarî kir.”