NÛÇE / ANALÎZ- Arakçî: Em bi Amerîkayê re danûstaninan nakin
RûpelNews - Di hevpeyvînekê bi PBS News a Amerîkî re, Arakçî got ku Îran amade ye êrîşên xwe yên mûşekî bidomîne. Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump got şerê bi Îranê re dê 'di demek nêz de bi dawî bibe'.
Bandora aloziyên li navçeyê li ser aboriyê
Gotinên Trump piştî wê yekê hatin ku di bazarên cîhanê de şer bû sedema aloziyan. Wekî encama pevçûnê, hîseyan borsayên ketine û bihayên petrolê bi awayekî tund bilind bû.
Tê ragihandin ku Tehranê, di bin serokatiya rêberê xwe yê nû Mucteba Hameneyîi de, êrîşên nû yên mûşekî li dijî hin welatên Kendavê pêk anîne û peyam şandine ku Tengava Hurmuz a ji aliyê stratejîk ve girîng dikare were girtin.
Lêbelê, piştî daxuyaniyên Trump ku gotibû ‘ dibe ku di demeke kurt de şer bi dawî bibe’ borseyên cîhanê bi erênî bersiv dan. Wall Street ji nû ve bilind bû, di heman demê de borsayên Tokyo û Seûlê jî bi rekên erênî dest pê kirin.
Di rojekê de bihayê petrola Brent %5 daket
Her dîsa piştî van gotinên Trump, bihayên petrolê arasteya xwe guhertin û dest bi daketinê kirin. Bihayê petrolê xam ê referansê ji bo demek kurt derket ser 100 dolarî ji bo her bermîlekê, û gihîşt asta xwe ya herî bilind ji dema dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve di sala 2022an de, berî ku di nava rojekê de bi qasî ji sedî 5 dakeve.
Trump: Ev şer dê di demek nêz de bi dawî bibe
Serokê DYAyê Donald Trump di kongreyeke rojnamegerî de li Florîdayê anî ziman ku şer dê demdirêj nebe.
Trump diyar kir ku wî di dema kampanyaya hilbijartinê de ji şêwirmendên xwe re gotibû ku ev ê bibe 'pêvajoyeke demkurt', û lê zêde kir, 'Ev şer dê di demek nêz de bi dawî bibe, û eger ji nû ve dest pê bike, ew ê derbên hê girantir li Îraê bidin'.
'Ne Amerîkî; em ê biryarê bidin'
Rayedarên leşkerî yên Îranê ragihand ku Amerîka nikare biryara bi dawî anîna şer bide; dê Îran vê biryarê bide.
Êrîşên dualî li herêmê
Daxuyaniyên Trump di demekê de hatin ku hêzên Îranê pêleke nû ya êrîşên mûşekî û dronî li dijî Erebistana Siûdî, Behreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Îsraîlê dan destpêkirin.
Hat ragihandin ku moşekek jî li Tirkiye ya, endama NATOyê, hatiye avêtin, ku ev di pênc rojan de bûyera duyemîn a bi vî rengî ye. Hat ragihandin ku sîstemên parastina hewayî yên hevpeymaniyê berî ku moşek bigihîje armanca xwe, ew hatin xistin.
Li Îsraîlê, piştî ku artêşê ragihand ku wê mûşekên ji Îranê hatine tespît kirine, li Tel Avîvê nêzîkî 10 teqîn hatin bihîstin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê dezgehên hawarçûnê ve hatin dayîn, herî kêm kesek ji ber birînên şrapnelê mir.
Tengava Hurmuzê û fikarên enerjiyê
Beşeke girîng a hewldanên dîplomatîk li ser Tengava Hurmuzê tê kiri, ku ji bo bazirganiya enerjiyê ya cîhanî krîtîk e. Îhtîmala girtina tengavê di aboriya cîhanî de fikarên cidî çêkir.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku welatê wî û hevalbendên wî li ser mîsyoneke 'tenê parastinê' dixebitin ji bo ji nû ve vekirina tengavê.
Nêzîkî ji sedî 20ê petrola xam a cîhanê di vê tengavê re derbas dibe
Pispor destnîşan dikin ku her çend armanca erkdarkirina wiha parastina keştiyên bazirganî be jî, dibe ku keştî ji aliyên Îranê ve rûbirûyî êrîşan bibin.
Bandor li ser bazirganiya enerjî û deryayî ya cîhanî bûye
Li gorî pisporên deryayî, ji dema ku Îranê li dijî êrîşên DYA û Îsraîlê wekî tolhildan Tengava Hurmûzê girt, li herêmê an jî nêzîkî kendavê nêzîkî 10 keştiyan rastî êrîşan hatine.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku wê êrîşeke dronê ya ku hedefgirtina herêmeke petrolê li rojhilatê welêt, nêzîkî sînorê Îmarata Yekbûyî yên Erebî, pûç kiriye.
Li Lubnanê pevçûn berdewam dikin
Pevçûnên li Lubnanê jî dijwartir bûne. Ji 2yê Adarê ve, di pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbulahê de herî kêm 486 kes hatine kuştin û zêdetirî hezar û 300 kes jî birîndar bûne.
Serokê Lûbnanê Joseph Avn, Hîzbulah bi hewldana 'hilweşandina dewletê' tawanbar kir, lê bloka parlamenî ya nêzîkî Hizbulahê ragihand ku 'ji bilî berxwedanê tu çareya wan a din nîne'.
Leşkerekî din yê Amerîkî mir
Li gorî agahiyên leşkerekî ku di êrişan de birîndar bibû jî canê xwe ji dest da. Di heman demê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance beşdarî merasîma cenazeyê leşkerê heftemîn ê Amerîkî bû ku di pevçûnên Rojhilata Navîn de hatibû kuştin.