Nirxê zêr dîsa dilive
RûpelNews - Ji ber geşedanên li Rojhilata Navşîn û cîhanê ev demek bû nirxê zêrî dadiket. Lê belê ev çend rojeke dîsa ber bi bilindbûnê ve dest bi lîvê kir. Li bazarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê misqalet zêr di saetên serê sibehê de bi 6 hezar û 574 lîreyan, çarêka zêr bi 10 hezar û 783 lîre, zêrê Cumhurî jî bi 42 hezar û 928 lîreyan tê firtotin.
Çav li ser daneyên Amerîkayê ne
Zêr, ku duh bi 6 hezar û 493 lîreyan bazar girtibû, roja nû bi eleqeyeke mezin a kirînê dest pê kir. Bihayê zêrê her onsê jî ji sedî 1 zêde bû û gihîşt 4 hezar û 284 dolarî.
Bazaran bala xwe didin ser daneyên îro yên karên ne-çandiniyê yên DYAyê. Tê payîn ku ev hejmar bandorê li hêviyên derbarê siyaseta rêjeya faîzê ya Rezerva Federal a DYAyê (Fed) bikin.
Pêwendiyên Îran-DYA di bin çavdêriyê de ne
Danûstandinên di navbera DYA û Îranê de jî bandorê li meyla bihayên zêr dikin. Serokê DYA Donald Trump got ku danûstandin baş dimeşin û ku dibe ku di demek nêz de lihevkirinek çêbibe.