TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Nêzîkî paytexta Iraqê rêveberekî rêxistina terorîst a DAISê hat girtin

📅 16 nîsan 2022 16:43

PeyamaKurd Nêzîkî paytexta Iraqê ya Bexdayê, rêveberekî rêxistina terorîst a DAIŞê hat girtin.

Çapemeniya Iraqê diyar kir, îro 16.04.2022yyê fermandariya polîsê federal ê Iraqê bi daxuyaniyekî ragihand, rêveberekî DAIŞê hatiye girtin.

Herwiha fermandariya polîsê federal bê ku navê wî rêveberê DAIŞê eşkere bike da zanîb: Ew rêveberê hatiye girtin li eyaleta Felluce û dîwana çekdarkirina DAIŞê de kar kiriye.

Fermandariya polîsê federal ew rêveberê DAIŞê li rawestekekî ser rêya di navbera balefirgeha navnetewî ya Bexda û bajarê Bexdayê de hatiye girtin.  

Parve bike: