Neviyê Şêx Seîd li sirgûnê jiyana xwe ji dest da
RûpelNews - Hasan Basrî Firat ê neviyê Şêx Seîd ku li bajarê Hagen ê Almanyayê di sirgûnê de dijiya, pênc roj berê ji ber nexweşiyeke dil emeliyat bûbû.
Firat ê krîza dil derbas kiribû, di 72 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Piştî bidawîbûna karûbarên fermî, cenazeyê Firat li gundê Qolhisarê yê navçeya Xinûsa bajarê Erziromê wê were veşartin.
Hasan Basrî Firat kî ye?
Hasan Basri Fırat di sala 1954an de li gundê Qolhisarê navçeya Xinûsa Erziromê ji dayik bû û di ciwaniya xwe de tevlî çalakiyên siyasî bû. Di sala 1990î de, wî wek serokê navçeyê yê Partiya Ked a Gel (HEP) kar kir. Piştî ku bi salan di siyasetê de çalak bû û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşiya, Fırat di hilbijartinên herêmî yên 2014an de ji bo Partiya Aştî û Demokrasiyê wek Hevşaredarê Xinûsê hate hilbijartin. Piştî ku doz li dijî wî hat vekirin û ew bi cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin, Fırat koçî Almanyayê kir.