TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Netewên Yekbûyî: Ev hefteyek e ku av li ser Efrînê hatiye girtin

📅 14 adar 2018 15:39

Di derbarê Efrînê de ku ev 54 çar roj in di bin êrîş û dorpêçkirina Tirkiyê de ye, Netewên Yekbûyî daxuyaniyeke girîng da û bal kişande serê ku Ev hefteyek e av li ser Efrînê hatiye girtin.

Ofîsa Kordînasyona Rewşên Insanî ya Netewên Yekbûyî ragihand ku ev hefteyek e gelê Efrînê bêav e û wiha dewam kir:

Nêzîkî hefteyekê ye ku bendava Efrînê ketiye destê Tirkiyê û hevalbendên wê. Êdî wan jî av li ser Efrînê girtine. Ji ber vê yekê jî rewşa welatiyên Efrînê pir xirab e û gel ji bajêr direvin û ber bi aliyê Rejîma Sûriyê ve diçin. Gelê Efrînê jî êdî dibe penabar.

Parve bike: