TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Netanyahû: Me niyet heye nistîngehên Îsraîlê zêde bikin

📅 02 îlon 2019 19:36

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahî got ku wan niyet heye niştîngehên Îsraîlê yên li Şer’aya Rojava zêde bikin.

Netanyahû di hilbijartinên meha Nîsanê de soz dabû niştîngehên Îsraîlê zêde bike û di hilbijartinên dubare yên 17ê Îlonê de jî heman soza xwe dubare kiribû.

Hêjayî gotinê ye, doh Netanyahû beşdarî merasîma despêkirina perwerdeyê li niştîngeha Elkana ya Şerî’aya Rojava bûbû û gotibû, “Bi alîkariya xwedê emê serweriya Îsraîlê li xaka pîroz bihêztir bikin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî serweriya Îsraîlê li Girên Golanê bi fermî nas kiribû û piştgirî dabû Netanyahû.

Parve bike: