TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Netanyahû ji Pûtîn re got: Îsraîl serî natewîne!

📅 13 îlon 2019 14:51

PeyamnaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ji Serokê Rûsya Vladimir Putin re got ku ewê dijî gefên Îranê yên ji Sûrîyê bên serî netewînin.

Netanyahu, berî hilbijartina Îsraîlê serdana Soçî kir û bi Putin re ser rewşa Sûrîyê û herêmê axivî.

Putin di civînê ser hevkarîya ewlekarî û leşkerî ya Rûsya û Îsraîlê peyivî û Netanyahu jî gefên Îranê yên dijî Îsraîlê anîn rojevê.

Netanyahu berî serdana Rûsya bike, li Îsraîlê ragihandibû ku ew bawer dike Serokê Amerîka Donald Trump dê zexta ser Îranê bidomîne.

Netanyahû da zanîn ku bo zexta li ser Îranê bidome Îsraîl ‘’her tim’’ bi rêvebirîya Trump re danûstandinê dike.

Parve bike: