TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Netanyahu: Îsraîl nahelê Îran çekên atomî çeke

📅 02 tîrmeh 2019 12:41

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Yekîtîya Ewrupa (YE) xwest ku dijî Îranê ‘mueyîdeyên otomatîk’ ragihîne. Herwiha Netanyahu aşkere kir ku Îsraîl nahêle Îran çekên atomî çeke.

Netanyahu duh êvara 01-07-2019an di kongreyeka rojnemevaniyê da da axivî û da zanîn ku Îran li gor peymana navokî ya sala 2015an tevnagere û divê Ewropa li gor rewşa dawî hin gavan biavêje.

Herwiha Netanyahu got: “Ez dixwazim careke din bibêjim ku Îsraîl nahêle ku Îran çekên navokî çêke û ez bang li welatên Ewrupa dikim ku li gor biryarên peymanê tevbigerin.”

Îranê li hember mueyîdeyên amerîkî dîyar kiribû ku ew ê kapasîteya xwe ya uranyumê zêdetir bike. Berpirsên Tehranê didin zanîn ku ew li gor peymanê uranyuma xwe xurttir dikin.

Li aliyê din berpirsên Îsraîl û Amerîkayê jî aşkere dikin ku ew ê rê nedin Îran çekên atomî durist bike û wê rêliber wan zêdegaviyên Îranê bînin.

Parve bike: