Rojhilata Navîn
Netanyahu: Heta ez Serokwezîr bim, dewleteke Filistînî dê neyê avakirin
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu got, "Heta ku ez Serokwezîr im, dê tu dewleteke Filistînî ya di bin kontrola Îranê de, dê neyê avakirin."
RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bersiv da gotinên Mansûr Ebbas ê Serokê Partiya Raam a partiyeke ku welatiyên Filistînî yên Îsraîlê (Erebên 1948an) di nav xwe de dihewîne ku gotibû "dewleteke Filistînî ya serbixwe rastiyek e".
Netantahu di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku ew ê destûrê nede avakirina dewleteke Filistînî, û got:
"Heta ku ez Serokwezîr im, dê tu dewleteke Filistînî ya di bin kontrola Îranê de ne li Xazzeyê û ne jî li Şerîeya Rojava dê neyê avakirin."