Cîhan
Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Siûdiyê dicivin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de îro li Davosê bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê, Feysel bin Ferhan Al Siûd re dicive.
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji bilî civîna li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê, Feysel bin Ferhan Al Siûd re jî hevdîtinê pêk tîne.
Herwiha biryar e Nêçîrvan Barzanî sibe Pêncşemê 23ê Çile jî di panêlekê de li gel Wezîrê Dewletê bo karûbarê derve yê Siûdiyê Adil Cubeyr jî beşdar bibe û di wê panêlê de derbarê neseqamgîriya li Rojhilata Navîn biaxivin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha civîneke wî li gel Berprisê Dezgeha Geşepêdan û Pêşxistina Japonê JAICA jî heye.