TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî peyvendiyekê telefonî pêkanîn!

📅 15 tîrmeh 2019 12:22

PeyamaKurd - Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya helbijartina wî ya careke din wek serokê Partiya Dewa Îslamî ya Iraqê pîrozbahî li Nûrî Malikî kir.

Malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê eşkera kir ku duh (14.07.2019) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvendiyekî telefonî li gel Nûrî Malikî pêkaniye û ji ber helbijartina wî ya wek Serokê giştî yê Partiya Dewa Îslamiya Iraqê pîrozbahî lê kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.

Di wê peyvendiya telefonî de Malikî spasî û pêzanînên xwe bo serokê herêma Kurdistanê diyar kiriye û hêviya serkeftinê bo Nêçîrvan Barzanî û herêma Kurdistanê û bi giştî bo Iraqê xwestiye.

Parve bike: