Nêçîrvan Barzanî û Macron: Divê rê li ber berfirehbûna şer bê girtin
RûpelNews - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokkmarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axiviye.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de her du aliyan li ser rewşa herêmê û encamên şer behsa nêrînên xwe kirin û li hemberî metirsiya zêdebûna aloziyan dilgiraniya xwe ya kûr anîn zimên.
Barzanî û Macron kir ku divê hewlên navneteweyî yên ji bo rêgirtina li berfirehbûna şerî zêdetir bibin da ku aştî û aramî ji bo gelên herêmê vegere.
Barzanî spasiya Macron kir
Pêwendiyên Fransayê yên bi Herêma Kurdistanê û Îraq re û berdewamiya hevkariyan di beşeke din a hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan xwest ku ew pêwendiyên dostane yên di navbera wan de werin xurtkirin ku di warên cuda de xwedî dîrokeke dirêj a hevkarî û hevahengiyê ne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo wan hewlên dîplomatîk ên bi mebesta dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer û aloziyan spasiya Macron kir.