TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Nêçîrvan Barzanî serxwesî li malbata Dr. Nemam Xefûrî kir

📅 03 nîsan 2021 10:01

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi pêwendiyeke telefonî malbata xwedê jêrazî Doktore Nemam Mehmûd Kake Ziyad Xefûrî Pizîşka Xwebexş û Xêrxwaz û çalakvana naskirî û bi hanaveçûyê koçberên Êzîdiyan kir û lêqewimiyan bi giştî, ji bilî pirse û sersaxiyê, hevsozî û hevxemiya xwe ya kûr li gel malbata xwedê jêrazî derbirî.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, hêvî xwest xwedayê mezin giyana Doktore Nemam bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedarê bi kesukar û malbata wê ya niştimanperwer û heval û hevkarên wê bibexşê.

Herwiha, malbata xwedê jêrazî spas û pêzanînên xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî.

Parve bike: