TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Nêçîrvan Barzanî: Serhildan derbirîna xwestek, bawerî û îradeya xurt a gelê Kurdistanê bû

📅 05 adar 2022 14:02

PeyamaKurd Îro 31 sal ji ser salvegera Raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê re derbas bû. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek di derbarê salvegera Raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê belav kir û diyar kir: “Serhildan derbirîna xwestek, bawerî û îradeya xurt a gelê Kurdistanê bû ji bo jiyan û paşerojeka baştir û azad, serferaz û redkirina sitem û zordariyê bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe dide zanîn: “Bîranîna 31 saliya serhildana bi rûmet di Adara sala 1991ê de bi germî li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên mêrxas û hemû Kurdistaniyan li navxwe û derveyî Kurdistanê pîroz dikim.”

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Serhildan derbirîna xwestek, bawerî û îradeya xurt a gelê Kurdistanê bû ji bo jiyan û paşerojeka baştir û azad, serferaz û redkirina sitem û zordariyê bû. Berhema xebat û qurbanîdana Pêşmerge, gel û cemawerê serhildayî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Serhildan deriyê vekirî yê Kurdistanê bû ji bo qonaxeka nû ya xwebirêvebrinê û damezirandina saziyên şer’î û fermî yên Herêma Kurdistanê ku piştî azadiya Iraqê di destûrê de hatine bicîkirin, di navxwe û cîhana derve jî de bi fermî hatine naskirin û te’amul pê re tê kirin.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî di vê bîranînê de careke din da zanîn: “Parastina azadî û destkeftiyên serhildanê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, erk û berpirsiyariya hevbeş a hemû Kurdistaniyan e û wefadarî ye ji bo canê paqij ê şehîdan û hemû qurbaniyên rêya azadiyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Bila ev bîranîn bibe palderek ji bo zêdetir mukumkirina canê biratiyê, bihevrebûnê, yekrêziyê û kûrkirina pêkvejiyanê, hevduqebûlkirinê, lêborînê û karkirina ji bo wan armancên ku şehîdên serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê canê xwe li ser dane.”

Herî dawî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Tevî dupatkirina pabendbûna me, bi armancên serhildanê, em bi hêvî û umêd, bi bawerî û geşbînî ji bo paşerojeke baştir dinêrîn û bi rêz û hurmet ve yada şehîdên sehildan û hemû şehîdên Kurdistanê dikin.”

Parve bike: