TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Rejîma Iraqê bi dehan welatiyên bêguneh şehîd kirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 24 nîsan 2026 12:21
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera bombebarana navçeya Qeladizê ya parêzgeha Silêmaniyê de peyamek belav kir.

RûpelNews - Neçîrvan Barzanî, di peyama xwe de wiha got: "Îro em bi rêz û rûmet salvegera 52yemîn a qurbaniyên bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr tînin. Ew tawan 24ê Nîsana 1974an ji aliyê rejîma wê demê ya Îraqê ve hat kirin û tê de bi dehan xwendekar, mamoste û welatiyên bêguneh şehîd ketin û birîndar bûn. 

Armanckirina zanîngehê wekî navendeke zanistî û bajarê Qeladizê wekî navendeke niştimanperweriyê, hewleke bêencam a rejîmê bû ji bo têkşikandina îradeya gelê Kurdistanê.  Lê xwîna şehîdan, bû hêzeke zêdetir ji bo tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û karwanê wê yê ber bi azadiyê ve xurtir kir. 

Di vê bibîranînê de, em serê xwe bi rêz û rûmetê li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û silavan ji malbatên wan ên serbilind re dişînin. Em teqez dikin ku Qeladizê û Pişder ku her tim keleheke qayîm a şoreş û qurbaniyê bûne, ji her aliyekî ve hêjayî baştirîn xizmet û girîngîpêdanê ne."

Sala 1974an, rejîma Beasê bi balafirên şer êrişî Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê kir ku ji bo wî bajarî hatibû veguhastin.

Di encama wê êrişê de zêdetirî 100 kesî şehîd ketin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Parve bike: