TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Nêçîrvan Barzanî pêswazî li konsolosê Hollandî kir

📅 05 tebax 2018 23:16

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsolosê nû  yê Hollandayê li Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi konsolosê nû yê Hollandayê li Herêma Kurdistanê Willem Cosijn û şandeya li gel re civiyan.

Di civînê de konsolosê nû  yê Hollandayê Willem Cosijn kêfxweşiya xwe bi dîdara bi serokwezîrê Kurdistanê re nîşan da û amadebûna xwe diyar kir  ku têkeliyên navbera Kurdistan û Hollandayê di hemû waran de zêdetir pêşde bibe.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Konsolosê nû yê Hollandayê li Herêma Kurdistanê kir û jê re hêvî kir ku di kar û çîalakiyên xwe de serkeftî be, piştevaniya xwe û ya saziyên hikûmetê ji bo kar û çalakiyên wî nîşan da û tekîd li ser zêdetir bihêztirkirina têkeliyên bi Hollandayê re di hemû waran û bi taybetî di warê çandiniyê de kir.

Herwiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê wan hevkarî û alîkariyên di warê eskerî û mirovî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike û bi taybetî beşdarî kirin di bernameya çaksaziyên wezareta karûbarên pêşmerge de,  sipasiya hikûmeta Hollandayê kir û hêvî xwest ew hevkarî berdewam bin.

Rewşa herêmî bi giştî û serdana  vê dawiyê ya Serowkezîrê Kurdistanê ji bo Hollandayê  hat axaftin û ew serdan bi serdaneke serkeftî hat nirxandin.

Parve bike: