Nêçîrvan Barzanî: Pêngava YNKê despêkekî metirsîdar e
PeyamaKurd- Bo yekîtiya YNKê xerab nebe, PDK gelek caran hewl daye da ji hev perçe nebin. Lê vê carê YNK di mijara seokkomariya Iraqê de, bi serê xwe tevgeriya û raya partiyên Kurdistanê bi taybetî ya PDK ê nesitend. Di vê mijarê de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseka çapemeniyê de weha ragihand:
“YNK ê yekrêziya Kurdistanê xera kir û ew tişta ku YNK kir destpêkekî metirsîdare.”
Barzanî ragihand ku diviya YNK raya hemû partiyên Kurdistanê bistendina û bi serê xwe tevnegeriyana da li Bexda û Kurdistanê Kurd bibûna yek dil û yek rêz. Barzanî got tevî wê kiryarê jî PDK nexwest ku yekrêziya Kurda li Bexdayê têk here û got ku serokkomarî mafê Kurda ye.
Barzanî got ku berê jî di nava YNKê de du kes bûne namzet û partî mijarê yekalî kiriye da bi dilê herkesî be. Heya niha YNK çi xwestibe PDK negotiye na. Lê ev tişt di derveyê îrada Kurdistanê de hatiye kirin.