Nêçîrvan Barzanî kêfxwesiya xwe ji bo pêngavên Ermenistanê nîsan da
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 24ê Sibatê bi şanda Ermenistanê ya Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê Artak Apîtoniyan seroktiya wê dikir re civiya.
Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo pêngava Ermenistanê ya vekirina Balyozxaneya Ermenistanê li Bexdayê û Konsulxaneya Giştî li Hewlêrê û Navenda Rewşenbîrî ya Ermenistanê li Kelha Hewlêrê, ligel xebata ji bo destpêkirina geştên esmanî yên rasterast ji Bexda û Hewlêrê bo Yerîvanê nîşan da û got, “Ev pêngaveke baş e ji bo pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Ermenistanê.”
Di civînê de ku Balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê û Konsulê Giştî yê Ermenistanê yê li Hewlêrê amade bûn, gotûbêjên siyasî û dîplomasî yên Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê yên li Bexdayê, pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Ermenistanê, vekirina balyozxaneya wan li Bexdayê û konsulxaneya giştî li Hewlêrê, pêwendiyên navbera her du aliyan, bi taybetî di warên xwendina zanîngehê, teknolojî û çandiniyê de, rewşa rewenda Kurd a li Ermenistanê û pêkhateya Ermenî li Herêma Kurdistanê hatin axaftin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da û spasiya Herêma Kurdistanê kir ji ber vê girîngiya ku ji bo pêkhateya Ermen hatiye dayîn, ku karîne li Parlamanentoya Kurdistanê nûnerê wan hebe û dêrên wan vekirî bin û mafên wan parastî ne.