TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Nêçîrvan Barzanî ji Rojava re 2 taqîgehên taybet sandin

📅 23 nîsan 2020 13:41

PeyamaKurd- Di çarçoveya alîkariyên Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê de, îro 2 taqîgehên din ên taybet bi diyarkirina vîrusa koronayê COVID-19 bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, hejmarek rayedarên Rêveberiya Xweser û ji wan rayedarên Desteya Tendirustiya Dêrikê li ser sînor amade bûne, daku wan taqîgehan werbigirin.

Li gor zanyariyên berdest, karwana herdu taqîgehan beriya saetekê ji bajarê Duhokê derketiye û berê xwe daye deriyê sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Ev herdu taqîgeh li gel hemû amûr û kelûpelên din ên pizîşkî yên pê re, îro bi rêya deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka ji Başûrê Kurdistanê ve derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê tên kirin.

Bi şandina van 2 taqîgehên, hejmara taqîgeh ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin, dibe 4 taqîgeh.

Hat diyarkirin herdu taqîgehên berê li Qamişlo hatine danîn û pişkinînên koronayê pêk tînin, lê hêj ne xuya ye ku herdu taqîgehên nû  dê li kîjan bajarê Rojavayê Kurdistanê bêne danîn.

Berê jî di 9ê Nîsanê de û ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê li ser daxwaza Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Serokê Herêma Kurdistanê du taqîgehên taybet tevî hemû amûr û kelûpelên pêwîst ji Rojavayê Kurdistanê re şandibûn.

Derbarê wan alîkariyên ku bo Rojava hatine şandin, Nêçîrvan Barzanî pêr 21ê Nîsana 2020an di konferanseke rojnamevanî de gotibû, “ew alîkariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin, bi temamî alîkariyên mirovî ne, ne siyasî.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kiribû, di demekê de ku vîrusa koronayê li hemû cîhanê û li navçeyê jî belav bûye, li tevahiya Rojavayê Kurdistanê taqîheke tenê jî tinebû, di demekê de ku çendîn kampên penaberan lê hene.

Parve bike: