Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera jenosayda Kurdên Feylî peyamek belav kir
PeyamaKurd – Bi boneya 41emîn salvegera jenosayda Kurdên Feylî, Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir diyar kir: “Ji bilî Kurdbûnê û berevanîkirina li nasname û mafên rewa yên milletê xwe, tu tawan û xetayeke wan nebû.”
Di peyama xwe Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Di bîranîna 41 saliya rêze tawanên jenosayd û ji welat derxistin û bêseruşûnkirina xûşk û birayên Kurdên Feylî de, em şehîd û sitemlêkiriyên jibîrneçûyên wan tawanan bi rêz û hurmet ve bibîrtînîn.”
Serokê Herêma Kurdistanê eşkere dike: “Ji welat derxistina sedan hezar Kurdên Feylî û bêseruşûnkirina dehan hezarên din, jê standina welatîname û zeftkirina mal û mulkên wan, jenosaydeke nijadperestane ya Beisê bû li hember Kurdên bêgunehên Feylî ku ji bilî Kurdbûn û berevanîkirina li nasname û mafên rewa yên milletê xwe, çi tawan û xetayeke wan nebû.”
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de nasandina wan tawanan, weke jenosayd ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê ve, weke biryareke dadperwerane û rewa bi nav dike û destnîşan dike: “Ew biryar, dewlet û hikûmeta Iraqê dixe ber erk û berpirsiyariya qerebûkirina maddî û manewî ya qurbaniyan û ziyanlêketiyan.”
Herî dawî Nêçîrvan Barzanî bang li Hikûmeta Iraqê dike, da ku erkên xwe yên yasayî, exlaqî û wîjdanî li hember Kurdên Feylî pêk bîne û dibêje: Em daxwaz ji Hikûmeta Federal a Iraqê dikin, wê erka yasayî û exlaqî û wîjdanî bi cîh bîne û mulk û mal û welatîname û mafên wan ên medenî û qerebûya ziyanê ji bo Kurdên sitemdîtiyên Feylî vegerîne û kêşe û giriftên wan çareser bike.
Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Silav û hurmet ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî. Em silav û rêz ji malbatên wan ên serbilind re dişînin. Xebat û dilsozî û qurbanîdana xûşk û birayên me yên Kurdên Feylî, herdem cihê şanaziya gelê me ye.”