Nêçîrvan Barzanî: Helebce wekî şahidekî zindî ye
RûpelNews - Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku herêm di rewşeke xeternak a şer re derbas dibe û got: "Îro ku herêm di rewşeke xeternak a şer re derbas dibe, ji bo parastina Herêma Kurdistanê erkeke giran a niştimanî li ser milê me hemûyan heye."
Li gorî nûçeya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku kîmyabarana li Helebceyê ne tenê hewleke ji bo jiholêrakirina fîzîkî ya Kurdan bû. Wî got, "Ew tawaneke li dijî mirovahiyê û êrişeke hovane bû li ser îradeya wî gelê ku tenê daxwaza jiyan û azadiyê dikir."
Serokê Herêma Kurdistanê anî zimên ku Helebce wekî şahidekî zindî yê dîrokê di wîjdana cîhanê de dimîne. Wî tekez kir ku divê mirovahî dersê ji wê wergire û li her derê cîhanê be rê li ber ducarebûna her cure komkujiyekê bigire.
“Divê qurbaniyên Helebceyê werin qerebûkirin”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Hikûmeta Federal a Îraqê di mijara qerebûkirinê de berpirsyar e.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku pêwîst e Bexda tezmînatê bide qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê da ku dadperwerî ji bo qurbaniyan pêk were.
Wî her wiha got, "Li Herêma Kurdistanê jî divê xizmetên herî baş ji bo qurbaniyên wê tawanê were pêşkêşkirin."
"Yekrêzî tenê rêya parastina destkeftiyan e"
Nêçîrvan Barzanî qala rewşa niha ya herêmê jî kir û got, "Di vê rewşa hestiyar de, yekrêzî û wekhevî tenê rêya parastina destkeftiyan û rûbirûbûna astengiyan e."
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku her kes deyndarê xwîna şehîdan e. Li gorî wî, wefadariya herî baş a ji bo ruhê wan ê pak, karkirina bi hev re ye da ku metirsî ji gel û axa Kurdistanê werin dûrxistin.