TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Dayîk û jinên kurd nehiştin ku dijmin bigihe armanca xwe

📅 31 tîrmeh 2026 12:44
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de got, "Em silavên xwe yên germ pêşkêşî xelkê dilsoz û wefadar ê Hewlêr û derdora wê û hemû wan camêran dikin ku di wan rojên dijwar de ji bo malbatên Barzaniyan bûn alîkar û stargeh."

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de daxuyaniyek belav kir û got, "Îro 43 sal di ser tawana komkujî û enfalkirina 8 hezar ciwan û mêrên sivîl ên Barzanî re derbas dibin. Di vê salvegera biêş de, em li ber giyanê pak ê şehîdan bi rêz û hurmet serê xwe ditewînin û wan bi rûmet bi bîr tînin."

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi rola jinan kir û da zanîn: "Piştî vî tawana hov, erkekî giran ket ser milê dayîk û hevjînên serbilind ên Barzanî. Wan bi berxwedan, moralê bilind û xwedîkirina zarokên xwe ya di nav keda giran û herî dijwar de, nehîşt ku armanca dijminan a ji bo tunekirina vî gelî pêk were. Wan nifşekî welatperwer ji bo paşeroja Kurdistanê mezin kir. Ez destê yek bi yekê wan dayîkên westiyayî û dilovan maç dikim."

Tazmînkirina qurbaniyan

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Enfala Barzaniyan û hemû pêlên Enfalê birînên kûr ên welêt in lê îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo man û parastina mafên rewa xurttir kiriye.
Barzanî ji bo tazmînkirina xizmên enfalkiriyan û hemû qurbaniyên destê rejîma berê tekezî li erkê exlaqî û yasayî yê hikûmeta Îraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got: "Em ducare dikin ku divê tehliyên pêşerojê û êşa karesatan, ji bo paşerojê bibin ders û bibin hêmaya çespandina çanda hevqebûlkirinê. Bila rêzgirtin, têgihiştin û aştiyeke berdewam hemû pêkhateyên Îraqê bîne cem hev û her kes bi rûmet û serbilindî bi hev re bijî."

Parve bike: