TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Nêçîrvan Barzanî biryarên li ser rakirina pasekewta mûçeyan radigihîne

📅 08 adar 2019 19:40

PeyamaKurd - Piştî civîna Encûmena Wezîran Serokê hikûmeta  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongireyeke rojnamevanî de rakirina paşkeftina mûçeyê fermanberan ragehand.

Nêçîrvan Berzanî: Em spasiya Pêşmerge dikin

Ez dixwazim bi taybetî spasiya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bikim ku hewl da paşekewta mûçeyan were rakirin Nêçîrvan Berzanî: Em hêvî dikin ku em di danûstandinên xwe yên Bexdayê de bigihîjin encamên baş û peywendiyên siyasî yên bi hikûmeta federal re bandorê li welatiyên me neke

Îro di dawiya civînê encûmena wezîran Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kongreyeke rojnamevanî got ku, paşkeftina mûçe dawiya vê mehê tê rakirin û mûçe weke xwe tê dabeş kirin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî got ku, paşkeftina mûçe pêwendiya xwe bi birîna bûdceya. Herêma Kurdistanê bû, herwiha şerê li dijî DAIŞê hebû ku, bi hezaran penaber ber bi Kurdistanê ve hatin.

Di sala 2016 de ji ber birîna bûdçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexda û şerê DAIŞê beşek ji mûçe bi navê paşkeftina mûçe bi rêve bir.

Parve bike: