TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Almaniyayê yê Îraqê re civiya

📅 05 adar 2019 13:53

PeyamaKurd - Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro roja sêşemê (05.02.2019) li Hewlêrê, pêşwazî li Cyrill Nunn Balyozê Almaniyayê yê Îraqê û Barbara Wolf Konsula Almaniyayê ya Herêma Kurdistanê kir

Li gorî zanyariyên malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Balyozê Almaniyayê Nunn got ku dema wezîrê derve yê Almaniyayê di serdana xwe ya bo Kurdistanê de, serdana çeperên şerê dijî DAÎŞê kiriye, ew hizin bû çi bibû ku nexweşxaneyeke taybet bi çareserkirina pêşmerge li Hewlêrê ava bike. Niha ew nexweşaxane har vekirin û teslîmî Wezarata Karûbarên Pêşmerge hat kirin.

Barzanî ji bo ku Almanyayê di rojên dijwar de alîkariya wan a leşkerî kiriyr spasiya Nunn û şandeyê pê re kir û pesinê Almaniyayê da ku ew diyarîya mezin û bi qîmet, nexweşaxane, pêşkeşî hêzên pêşmergeyê Kurdistanê kiriye ku bi rastî di asta qurbaniyên pêşmerge da ye.

Têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, hevahengiya saziyên ewlehiyê yên her du aliyan li wan deverên ku metirsiya serhildanaDAÎŞê heye hatin gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê da, Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku çend civîn di navbera her du aliyan da hatine saz kirin ji bona dîtina  mekanîzmeka minasib ku  hevahengî di navbera pêşmerge û arteşa Îraqê de hebe.

Parve bike: