NATOyê 8 Rûsên 'sîxuriya Moskowê' dikirin avêtin, Rûsyayê bersiv da!
PeyamaKurd – NATOyê bi hinceta sîxurî bo Moskowê kirine 8 kesên ji misyona Rûsî yên di nav NATOyê de bûn, derxistin.
Li gorî nûçeya The Guardian, rayedarekî NATOyê yê nexwestiye navê xwe eşkere bike ragihandiye: “Em dikarin piştrast bikin ku me 8 endamên NATO yên mîsyona Rûsî ku wekî efserên îstîxbaratê kar dikirin vekişandiye.”
Di nûçeyê de hatiye eşkere kirin ku bi vî awayî hejmara wezîfeyên li NATOyê yên ku Rûsya dikare kesên di rêxistinê de bipejirîne ji 20 kesan daketiye 10an.
Li ser biryara ku wê dawiya meha Cotmehê bikeve warê cîbicîkirinê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, têkiliyên navbera NATO û Moskowê piştî ku Rûsyayê sala 2014an nîvgirava Kirimê ya Ukraynayê dagir kir, zêdetir bûne.
Serokê komîteya karûbarên derve li parlamentoya Rûsyayê Leonid Slutsky, li ser vê biryara NATOyê ji ajansa nûçeyan a Interfax a Rûsyayê re gotiye ku Moskow dikare bi gavên tolhildanê yên asîmetrîkî bersivê bide, lê çawaniya wê bersivê eşkere nekir.