NATO li ser Meletiyê hate deng: Hûrgilî nayên parvekirin
RûpelNews - Di daxuyaniyê de, berpirsekî NATOyê tekez kir ku NATO ji bo parastina li dijî "her gefeke ji her alî" amade ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hûrgiliyên operasyonel nayên parvekirin û wiha hat gotin, "Em dê li gorî gefên ku diguherin, lihevhatina helwesta xwe ya parastina li dijî mûşekên balîstîkî bidomînin."
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Tirkiyeyê (MSB) de ev agahî hatibûn destnîşankirin:
"Li ber ronahiya geşedanên dawî yên li herêma me, ji bo misogerkirina ewlehiya sînor û asîmana me tedbîrên pêwîst tên girtin û bi NATO û hevpeymanên me re şêwr tên kirin. Ji bilî tedbîrên ku me di asta neteweyî de girtine, NATOyê tedbîrên parastina asîman û mûşekî zêde kirine. Di vê çarçoveyê de, Sîstemeke Patriot a ku ji bo parastina asîmana me hatiye erkdarkirin, li Malatyayê tê bicihkirin."