TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Namzediya 33 namzedan ji bo serokatiya Iraqê hat qebûlkirin

📅 22 sibat 2022 23:53

PeyamaKurd – Parlementoya Iraqê ragihand ku 59 kes ji bo serokkomariya Iraqê seredan kirine, 4 kes ji wan vekişiyane, di 14 kesan de şertên namzediyê tine ne û 2 kes ne derçûyên zankoyê ne.

Li gor qanûna Iraqê ya namzediyê; 33 kes heq kirine ku bibin namzed. Di nav namzedan de, namzedê PDK ê Rêber Ahmed û namzedê YNK ê Berhem Salih hene.

Li Iraqê serokwezîr ji Şî’ayan, serokê parlementoyê ji Sunneyan û serokkomar ji Kurda tê bijartin.

Parve bike: