Jiyan
Muafgirtina 8 welatan ji Ambargoya Îranê
PeyamaKurd - Wezîrê Derveyî yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku wê 8 welat ji ambargoya li ser Îranê muaf bên girtin.
Pompeo diyar kir ku wê ambargoyên di sala 2015an de hatibûn rakirin careke din li ser Îranê bên sepandin û wê muafiyetê bidin 8 welatan.
Lê belê Pompeo der barê wan welatên ku wê muafiyetê bidine wan de agahî neda.