TR KU AR
FB X IG
Cîhan

MSB: PKKê li 'Basûrê Kurdistanê' wesayîta leskerî teqand, 2 kustî

📅 23 îlon 2019 15:26

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku îro 23yê Îlonê dema derbasbûna karwana artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê), bombeya ku PKKê berê vedabû hatiye teqandin û 2 leşkerên wan hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê , di daxuyaniyê derbarê cihê bûyerê ti agahiyek neda û hejmara birîndarên wê teqînê jî belav nekir.

Tenê hat gotin ku bombeya vedayî ya PKKîyan dema derbasbûna karwana leşkerî hatiye teqandin.

Parve bike: