TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Mînîbusa tûrîstên biyanî hildigirt wergeriya: 4 mirî û 16 birîndar

📅 02 tebax 2021 23:27

PeyamaKurd – Li bajarê Antalya li navçeya Manavgatê mînîbusa ku tûrîstên Rûs tê de bûn, wergeriya û 3 tûrîst mirin û 16 tûrîst birîndar bûn. Mînîbus di serî de li ser çarrêya navçeya Sîdeyê li bariyeran ket, derbasî rêya terefê dinê bû û wergeriya.

Li ser bûyerê gelkî ambûlans û tîmên polîsan çûn ciyê qezayê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên der û dorê bo dermankirinê.

Li ser qezayê rê hat girtin û trafîkeka gelkî qelebalix çêbû.

Parve bike: