TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Minbic – HSD | Rûsya û Sûriyê navenda kordînasyonê ava kir

📅 26 berfanbar 2018 18:46

PeyamaKurd – Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihand ku piştî hatina hêzên Rûsya û Sûriyê bo gundê Arîmahê, navenda kordînasyonê ya Rûsya-Sûriye ji nû ve hatiye avakirin.

Derwîş li ser hêzên ku doh derbasî dorûbera Minbicê bûne diyar kir, “Hêzeke Rûsî li ser xeta sînorê bajarokê El Bab û Minbicê hat bicihkirin. Ji xeynî vê ti guherînek li ser erdê nîne.”

Şervan Derwîş herwiha bal kişand ser, “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hîn kontrola herêma tampon a navbera Minbic û Cerablûsê berdewam dikin”.

Parve bike: