TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mezlûm Ebdî: Me operasyoneke hevbes a dîrokî ligel Amerîkayê encam da

📅 27 cotmeh 2019 13:51

PeyamaKurd – Piştî nûçeyên medya cîhanî yên operasyona kuştina Bexdadî li Sûriyê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, hêzên wan digel Amerîkayê operasyoneke serkeftî û dîrokî encam dane.

Mezlûm Ebdî got, “Bi xebata hevbeş a îstixbarî re ligel Amerîkayê operasyoneke dîrokî û serkeftî encam daye.”

Serokê Amerîka Donald Trump jî şeva borî ragihandibû ku tiştên gelekî mezin çêbûne û ew dê îro 27ê Cotmehê ji raya giştî re ragihîne.

Parve bike: