Mezlûm Ebdî: Kurdî li tabeleyan dê hebe
RûpelNews - Li Hesekê piştî rakirina tabelaya kurdî û danîna tabelaya erebî li ser avahiya dadgeha li bajêr li nav kurdan bûbû sedema nerazîbûneke mezin û xwepêşandan hatibin lidarxistin da ku li ser tabelayê kurdî were nivîsandin.
Fermandarê Hêzên Sûriye ya Demokratîk Mazlum Abdî li ser mijarê diyar kir ligel rêvebirên Şamê peyman hatiye kirin ku li bajarên kurdan tabela bi du zimanî erebî û kurdî dê bên amadekirin.
Ebdî ragihand ku li gorî peymana bi hikumetê re hatiye pejirandin ku tabelayên duzimanî (erebî û kurdî) li bajarên ku bi piranî kurd lê dijîn wekî Kobanî, Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê û yên din, werin bikaranîn. Her wiha destnîşan kir ku tabelaya heyî ya li Hesekê "ji bo demeke diyarkirî" hatiye pejirandin û dê paşê di peymanên nû de were nirxandin.
Ebdî diyar kir ku di dan û standinên berdewam de bi nûnerên hikumeta demkî re ev mijar dîsa hate gotûbêjkirin û li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêka ziman û navan li Koşka Edaletê ya li Hesekê di qonaxa pêş de, wekî li bajarên din ên Kurdan, lihevkirinek çêbû.
Ebdî destnîşan kir ku aliyê din soz daye ku pirsgirêkê çareser bike û tabelayên bi erebî û kurdî ji nû ve saz bike, lê di qonaxeke paş de, ne niha.
Ebdî bang li şêniyan û bi taybet ciwanan kir ku derfetê bidin û aram bin ji bo ku têgihîştin li ser erdê werin bicihkirin û da ku pêvajoya entegrasyonê têk neçe û mijarên din ên têkildarî vê saziyê dereng nemînin.
Li ser pirsgirêka darazê ya li Rojavayê Ebdî da zanîn bi hikumeta demkî re lihevkirin çêbûn û hatiye qebûlkirin ku dadgerên ji Rêveberiya Xweser wê werin entegrekirin û ji kar wê neyên derxistin ji bo vê lîsteyekê bo Şamê hatiye şandin. (Çavkanî: ANHA)