Mezlûm Ebdî bi serkirdeyên partiyên Rojava re hevdîtinek pêk anî
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî bi berpirsên partiyên Rojava re hevdîtinek pêk anî. Fermandar Ebdî ji serkirdeyên partiyan re behsa danûstendinên bi rejîma Sûriyê re kir. Serkirdeyên partiyên navborî jî piştgîriya xwe ji vê xebatê re dane xuyakirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyanîyekê de ragehand, Fermandarê Giştî yê HSDê, Mezlûm Kobanî pêşwazî li berpirsên 3 partîyên siyasî yên Kurdî kiriye, ew jî Partîya Demokrata Pêşverû, pênc partîyên Hevbendiya Kurdî û Partiya Yekîtiya Kurdistanî kiriye.
‘Mezlûm Ebdî ji serkirdeyên partiyan re behsa danûstandinên li gel rêjîma Sûriyê kir’
Di hevdîtnê de General Mezlûm Ebdî Rojavayê Kurdistanê têkilyên ku ji bo navçeyê têne kirin û danûstandinên li gel rêjîma Sûriyê ji tevahiya serkirdeyên partiyan re zelal kir. Nerîna wan jî derbarê yekrêziya navmala Kurdî guhdar kir, bi taybet înîsîyatîfa HSDyê.
‘Partiyên navborî jî, piştgîriya xwe ji vê xebatê re dane xuyakirin’
Her di vê derbarê de Mezlûm Ebdî wiha axivî: Divê ku ew nema demê winda bikin û di demeke nêzîk de gavan bavêjin, û li benda aliyên derve nemînin. Divê tevahîya partîyan bigehîn hevgirtin û yekrêziya xwe çêbikin, partiyên navborî jî, piştgîriya xwe ji vê xebatê re dane xuyakirin.