Aborî
Metirsiya şer bihayê petrolê bilind kir
Piştî ku medyaya dewleta Îranê ragihand ku Tehran dê wek bertekek li hember operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Lubnanê, danûstandinên atomî yên bi DYAyê re rawestîne û Tengava Hurmuzê bigire, bihayê petrolê heta 97 dolarî bilind bû.
RûpelNews - Ajansa Nûçeyan a Tasnim a nîv fermî ya Îranê ragihand ku tîma danûstandinê ya Îranê pêwendiyên xwe yên peyaman bi DYA re rawestandine.
Rêveberiya Tehranê her wiha gefa girtina Tengava Hurmuzê û her wiha ya Tengava Babul Mendeb a stratejîk a ku Deryaya Sor bi Kendava Adênê ve girêdide, wek bertek li hember operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Lubnanê xwar.
Piştî vê nûçeyê, petrola xam a Brent ji sedî 6.7 bilind bû û gihîşt 97.23 dolarî.
Hefteya borî, di dema firotina girseyî ya li bazarên petrolê de, petrola xam a Brent ji sedî 11.1 daketibû.