TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesûd Barzanî pêswaziya Sêwirmendê Asayisa Nistimanî ya Iraqê Araci kir

📅 28 cotmeh 2024 10:30

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Aracî pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên Iraq û navçeyê nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, doh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê Qasim El-Erecî kir.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Araci ji bo serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Serok Barzanî kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emnî yên Iraq û navçeyê, rûbirûbûna metirsiyên terorîstan û parastina asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

 
Parve bike: