TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Messi dîsa avêt, dîsa rekorekê şikand

📅 29 hezîran 2026 12:58
Fitbolîstê Arjantînî Lionel Messi di dîroka Kûpaya Cîhanê de bû yekemîn futbolîst ku di heft maçên ser hev ên Kûpaya Cîhanê de gol avêtin.

RûpelNews - Messi yê 39 salî di pêşbirka Arjantîn û Urdunê de di deqeya 80an de ji dûr ve gol avêt û tîma wî Arjantîn bi skora 3-1 bi ser ket.

Fitbolîstê Arjantînî bi vî awayî di dîroka Kûpaya Cîhanê de bi giştî 19 gol avêtin û rekorekê şikand.

Messî di maçên tîma xwe ya neteweyî de lîst heta niha di maça 202emîn de bi tevahî 123 gol tomar kirin.

 

 

 

Parve bike: