Mesrûr Barzanî: Yek ji karên herî pêsîn a hikumetê giringîdane bi karta çandinê ye
PeyamaKurd - Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja sêşemê (03.09.2019) pêşwazî li Sekretêrê giştî yê Hizba Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mehemed Hacî Mehmûd kir.
Sekretêrê Hizba Sosyalîst Demokrata Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku xelkê Kurdistanê ji kabîneya nû bi hêvî ne û got, piştîvanîyê li pêngavên hikumetê dikin bo pêşxistin geşepêdan aborîya Herêma Kurdistanê.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku pêwîst e hikumet bê cudahî xizmeta welatîyên Herêma Kurdistanê bike. Di heman demê de welatî jî hevkarîya hikumetê bikin da ku bi baştirîn şêwaz karnameya xwe cîbicî bike.
Serokwezîr Barzanî got jî: Yek ji karên herî pêşîn a hikumetê giringîdane bi karta çandinê û berhemên navxweyî ye.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê gotûbêjên Herêma Kurdistan û Berxdayê de jî axift û amaje bi wê yekê da ku gotûbêj berdewam in û pêşkevtin û ji hev têgihiştin heye bo çareserkirina pirsgirêkên li gor destûrê.