TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî û Lavrov wê bicivin

📅 15 sibat 2019 14:49

PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayîşa Encûmena Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro li Konferansa Munichê civînekê pêk tînin.

Barzanî di çarçoveya hevdîtinên li Konferansa Munichê wê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Şêwirmendê Encumena Asayîşa Iraqê Felah Feyaz bicive.

Herwiha Mesrûr Barzanî wê ligel Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Xiristiyanên Demokrat ê Almanyayê ra bicive.

Parve bike: