Mesrûr Barzanî û Kazimî civiyan: 'Ji bo çareseriyê derfet û têgihîstineke nû heye'
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 10ê Îlonê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê naveroka civîna ligel Kazimî û şanda Iraqê eşkere kir û ragihand, “Hatina şanda mezin û girîng a hikûmeta federalî bo Herêma Kurdistanê, nîşaneyeke bihêz e ji bo amadehiya me ya çareserkirina pirsgirêkan û danîna bingeheke nû û bihêz ji bo pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de.”
Serokwezîrê Iraqê jî di civînê de got: “Serkeftina her beşeke Iraqê, serkeftina ji bo hemû Iraqê ye û ez geşbîn im ku bi hevkarî û hevahengiya di navbera hemû pêkhate û beşên Iraqê de, dikarin bi ser astengiyan bikevin û niha derfet û têgihîştineke nû ya baş heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, ne tenê mûçe û budce ye û got:
“Hêvîdar in hemû pirsgirêkên mayî di demeke nêzîk de bi awayekî bingehîn li gor destûrê bêne çareserkirin… Mûçeyên fermanberan, li Herêmê be yan li her navçeyeke din a Iraqê, mafekî rewa ya xelkê ye û divê tekelî pirsgirêkên siyasî neyê kirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê û Iraq bi giştî rûbirûyî çendîn astengî û qeyranên darayî û rewşa ne libar a tendirustiyê bûne, ji ber wê em amadehiya xwe bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan derdibirînin, bi awayekî ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya çareserkirina pirsgirêkên budce, petrol, navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêmê û maf û destkeftên destûrî yên Pêşmerge kir. Bi taybetî aktîvkirina mekanîzma hevahengiya ewlehiya hevbeş a di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêmê kir, ji bo rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê.