Mesrûr Barzanî û Al Nehiyan rewşa herêmê gotûbêj kirin
RûpelNews - Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx Ebdila bin Zayîd Al Nehiyan îro danê êvarê bi rêya telefonê peywendî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Di peywendiyê de rewşa giştî ya deverê û bi taybetî ya Îmarat, Iraq û Herêma Kurdistanê û şer û aloziyên dawiyê hatin nîqaşkirin.
Her du aliyan nîgeraniya xwe li ser zêdebûna şer û êrîşan anîn ziman.
Di peywendiyê de rewşa giştî ya deverê û bi taybetî ya Îmarat, Iraq û Herêma Kurdistanê û şer û aloziyên dawiyê hatin nîqaşkirin. Her du aliyan nîgeraniya xwe li ser zêdebûna şer û êrîşan anîn ziman.
Hevkarî û ewlehî di nava aloziyên herêmî de
Herêma Kurdistanê her weha ragihand ku Mesrûr Barzanî û Şêx Ebdila bin Zayîd Al Nehiyan girîngiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya dualî ji bo parastina aştî, aramî û dûrxistina xetereyan tekez kirin.
Di şerê navbera Îsraîl û Amerîka li dij Îranê de, gelek bajarên Îranê hatin bombebaran kirin û kuştin û zirarên madî pêk hatin. Îran jî di bersivê de êrîşî bingeha Îsraîl û Amerîkî li herêmê kir û êrîşên her du aliyan berdewam in.
Herêma Kurdistanê, bi taybetî Hewlêr, çend caran ketine ber êrişên mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî ji aliyê pergala berevaniyê ve hatine astengkirin.