TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî spasiya pistgiriya serkirdeyên siyasî yên Iraqê kir

📅 03 nîsan 2021 10:59

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî, çend pêwendiyên telefonî bi hejmarek serkirdeyên siyasî yên Iraqê, Serokê Tevgera Hîkme, Emmar Hekîm, Serokê Îtîlafa Fetih Hadî Amîrî, Sekreterê Almîşrul El Erebî Xemîs Xencer û Sekreterê Giştî yê Partiya El Cemahîr Ehmed Ciburî re danî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wan pêwendiyên telefonî de, spasiya piştgiriya wan serkirdeyên siyasî kir ji ber derbaskirina yasaya budçeya federal û hêwî xwest derbaskirina vê yasaya, bibe pêngavek ji bo çareserkirina hemû kêşe û nakokiyekên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, berê jî pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî danî ji ber piştevaniya derbaskirina yasaya budçeya sala 2021ê û birrgeyên taybet di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federa a Iraqê de.

 

Parve bike: